Tirkiyê: Divê Frensa yan me yan Kurdan hilbijêre
Di çend rojên derbasbûyî de, nakokî di pêwendiyên navbera Parîs û Enqerê de derketin. Ew jî bi sedema wan rexneyên ku Frensa derbarê operasyona (Şaxê Zeytûnê) li Tirkiyê dike.
Roja 30ê Adarê, serokê Frensa Emmanuel Macron li Koşka Elîzê, li gel şandeke YPG civiya. Di wê civînê de Macron piştevaniya xwe ji bo mana YPG, da xuyakirin û ji wê şandê re tekez kir, ku Frensa wê alîkariyan ji bo bakurê Sûryê bişîne, daku YPG karibe rastî metirsiyên DAIŞê bê.
Wê civînê digiraniyeke mezin beramberî siyaseta Frensa li cem Tirkiyê çêkir, di encamê de, wezîrê Tirkiyê ji bo karûbarên Yekîtiya Ewropa Umer Çelîk, di hevdîtinekê de, li gel ajansa Reuters ragihand, “Heger mebest şerê li dijî DAIŞê be, pêwîst e Hevpeymanên me alîkariya Tirkiyê bikin, nek alîkariya YPGê bikin”.
Got jî: “Em tekez bikin, ku em naxwazin Frensa ti karî ji bo navtêdana PYD û YPGê bike”.
Berî niha Frensa ragihandibû, ku ew amade ye, navberiyê di nav Tirkiyê û YPGê de bike, lê Tirkiyê ew yek red kir.
Derbarê wê yekê wezîrê Tirkiyê Umer Çelîk got: “Pêwîst e Frensa zanibe ku, YPG û PYD baskên Partiya Karkirên Kurdistanê PKKê ne, ku ji aliyê Tirkiyê û Yekîtiya Ewropa ve, wek rêxistineke terorîst hatiye naskirin”.
Çelîk got jî: “Çi welatê ku her corekî ji alîkariyan pêşkêşî YPG û PYDê bike, li cem Tirkiyê dê weke alîkariyê ji terorîstan re bê dîtin”.
Frensa weke Amerîka, çek û pêdiviyên serbazî pêşkeşî YPGê dike, di dema şerê dijî DAIŞê de, bi dehan endamên hêzên taybet yên Frensa hatin navçeyên di bin kontrola YPGê de, vê yekê jî dilgiranî û nerazîbûneke mezin li cem Tirkiyê çêkir.
K24
