Artêşa Tirkiyê li 8 lûtkeyên çiyayên Başûrê Kurdistanê bi cih dibe
Artêşa Tirkiyê bi rêya helîkopteran li ser 8 lûtkeyên çiyayên devera Sîdekan a ser bi Hewlêrê hêzên xwe danîn û bi daketina li ser wan lûtkeyan, Artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 20 kîlometre hatiye nav axa Başûrê Kurdistanê.
Muxtarê gundê Şapan ê li devera Sîdekan a ser bi navçeya Soranê Faris Resûl ji Rûdawê re ragihand ku ji şeva borî ve (05-04-2018) heta saet 14:00 ya îro, Artêşa Tirkiyê bi awayekî berdewam wê deverê bombebaran û topbaran kirin, piştre bi rêya helîkopterê leşkerên xwe li ser çiyayên Şapan, Dîlan, Kewêt, Benê, Çiyasor, Alekan û Çiyaneya daxistine.
Artêşa Tirkiyê ji 10ê Adara 2018an ve li deverên sînorî yên navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê dest bi operasyonên leşkerî kirine. Heta niha bi kûrahiya zêdetirî 20 kîlometre hatine nav axa Başûrê Kurdistanê û li ser hinek lûtkeyên çiyayan jî leşker bi cih kirine. Herwiha bi awayekî berdewam bi makîneyên kar û buldozer bi vekirina rêya bejahiyê mijûl in û li ser lûtkeyên çiyayan qereqol çêdikin.
Rêveberê bajarokê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand: “Di nav 24 saetan de Artêşa Iraqê nêzîkî 6 kîlometreyên din hatin nav axa Başûrê Kurdistanê, herwiha her roj ber bi pêş ve diçin.” Ev di demekê de ye ku berî niha Artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 17 kîlometreyan ketibû nav axa Başûrê Kurdistanê.
Rudaw
