Îmaratê sersaxî ji Serok Barzanî re xwest
Mihemed Bin Zayid al Niheyan di nameya xwe ya sersaxiyê ku aresteyî Serok Barzanî kir, ji ber koça dawî ya Dilovan Barzanî xemgîniya xwe anî ziman gotiye ku Xwedayê mezin cihê Dilovan Barzanî bike bihûşt û sebr û aramiyê bide Serok Barzanî û tevahiya malbata Barzanî.
Dilovan Barzanî, birayê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 4 roj berê li Hewlêrê wefat kir.
