• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokwezîrê Tirkiyeyê peyameke sersaxiyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re dişîne

Serokwezîrê Tirkiyeyê peyameke sersaxiyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re dişîne
Binalî Yildirim Serokwezîrê Tirkiyeyê, roja 05.04.2018ê bi boneya wefata Dilovan Îdrîs Barzanî, birayê Nêçîrvan Barzanî, bi telefonê peywendî bi Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û sersaxî jê re xwest.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim, tevî xwestina sersaxiyê ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re, hevxemî û hevderdiya xwe jî, ji ber wefata neliwext ya Dilovan Îdrîs Barzanî ji Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzanî re nîşan da û xwe bi hevxem û hevkovanê wan zanî û ji Xwedayê mezin hêvî xwest ku xwedê jê razî bi rehma xwe bi beheştê şad bike.

Yildirim hêvî xwest ev wefata xemgîn kovana dawiyê ya malbata Berzanî be û Xweda sebirê bi wan bide.

Nêçîrvan Barzanî ji bo wê peywendiya telefonî û nîşandanan hevderdî û hevxemiyê di vê dema dijwar de, sipasiya Binalî Yildirim Serokwezîrê Tirkiyeyê kir.
Top