Tirkiye: Piştî Amerîka û Fransa dibe ku hin welatên din jî bêne Minbicê
Serokwezîrê Tirkiyê berî ku biçe Moxolistanê (Mongoliya), li balafirxaneya Esenboga ya Enqerê bersiva pirsa rojnamevanan da û di derbarê şandina leşkerên Fransa bo Minbicê de axivî.
Binalî Yildirim di derbarê Minbic Rojavayê Kurdistanê de ragihand, heta ku “gefa terorê” li ser wan hebin, ew qet li navçeyê paşde venagerin.
Yildirim da zanîn, ku “piştî Amerîka niha Fransa jî hatiye Minbicê û dibe ku hin welatên din jî berê xwe bidin wî bajarî” û got, “bajarê Minbicê niha bala gelek welatan kişandiye ser xwe”.
Di beşeke din a axavtina xwe de Serokwezîrê Tirkiyê derbarê hatina welatên din bo herêmê de ragihand “Ew tên, lê ew napirsin ku xwediyê resen û sereke yê vê navçeyê kî ne. Welat bi kêfa xwe li navçeyê bicih dibin, em ji wê yekê dilgiranin ku divê dest ji xelkê navçeyê berdin, û xelk bi xwe biyarê li ser siberoja xwe bidin”.
Herwiha Binalî Yildirim ragihand, ku çi li Minbicê be yan rojhilat û rojavayê Firatê be, heta ku “gefa terorê” li ser Tirkiyê hebe, ew bi ti awayî paşde venagerin û dê li ser rûbirûbûna terorê berdewam bin.
Yildirim wiha got: “Hestiyariya me diyar e, li Minbicê be, yan li rojhilat û rojavayê Firatê be, heta ku gefa terorê hebe, em li navçeyê bi ti awayekî tenazûlê nakin. Dê rûbirûna me berdewam be, ne girîng e ku kê tê wê navçeyê”.
Serokwezîrê Tirkiyê destnîşan kir, %90 ji xelkê navçeya Minbicê Ereb in û îdia kir, ku weke koleyan reftar û serederî li gel erebên Minbicê tê kirin.
Tirkiye ji kontrolkirina Minbicê ji aliyê hêzên Kurdî yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nerazî ye û çend caran daxwaz ji Amerîkayê kiriye, ku YPGê û HSDê ji Minbicê derxîne û her du welat bi hev re vî bajarê Sûriyê birêve bibin.
Tirkiye gefa wê yekê dike, eger ku YPG ji Minbicê dernekeve, dê êrişî vî bajarî bike. Bi taybet piştî Operasyona Çiqla Zeytûnê ku Tirkiyê êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kir û ewder kontrol kir, gefên Tirkiyê bo êrişkirina ser Minbicê jî ciddîtir bûne.
Rewşa Minbicê niha herî zêde girêdayî helwesta Amerîkayê ye, ku hêj helwesteke zelal ji rêveberiya Koşka Spî û îdareya Donald Trump di vê bareyê de xuya nake.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di wan demên dawiyê de du caran ragihandiye, ku ew dê di demeke nêzîk de hêzên Amerîkayê ji Sûriyê vekişîne, lê berpirsên Wezareta Derve û Wezareta Berevaniyê (Pentagon) yên Amerîkayê helwesteke ciyawaz ji Trump nîşan didin û hewla mana hêzên wî welatî li Sûriyê bo demeke dirêj didin.
Rudaw
