Bereya Tirkmenî: Destûr rê nade Pêşmerge vegere Kerkûkê
Hesen Turan di civîneke çapemeniyê de got ku li gor biryara hejmara 58 a roja 01-11-2017an a Parlementoya Iraqê, rê nayê dayîn ku Pêşmerge vegere parêzgeha Kerkûk û ti deverên nakokî û li gor biryara dosyeya ewlehiyê ew dever dê di destê hêzên federalî de be.
Turan dibêje: “Vegera Pêşmerge dê bibe sedema çêbûna pirsgirêkan li deverên nakokî û bandor li ser çawaniya birêveçûna hilbijartinan bike. Piştî sepandina asayiş û yasa ji aliyê hikûmeta federalî ve, niha welatiyên wan deveran ji berê bêhtir hest bi aramiyê dikin.”
Cîgirê Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Hesen Turan got ku destûr rê nade Pêşmerge li derveyî sînorê Herêma Kurdistanê belav bibe û hikûmeta Iraqê jî hebûna her liv û tevgereke li ser belavbûna hêzên Pêşmerge li deverên nakokî red dike.
Turan dibêje: “Berevajî axaftinên hinek siyasetmedarên Kurd ku behsa wê dikin, vegera Pêşmerge dê wisa bike ku hilbijartin ne şefaf be û paqij nebe.”
Rudaw
