Peyama sersaxiyê ya Balyozê Koreya Başûr
Teksta payama Balyozê Koreya Başûr
Ji: Balyozxaneya Koreya Başûr
Ji bo: Cenabê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Bi bihîstina nûçeya wefatkirina birayê we yên birêz, Dilovan Îdrîs Barzanî, ez gelek xemgîn bûm, bê guman xwedêjêrazî xwedî qedir û rûmet bû û ji bo cenabê we piştevanekî bihêz bû.
Wefatkirina wî birêzî xemeke mezin ji bo me bi cî hişt. Ez xwe bi hevbeşê xema we dizan im, ez dixwaz im ji kûratiya dil sersaxiya xwe rabigehîn im û hevbeşê azarên we û malbata xwedîqedir ya xwedêjêrazî me. Xwedayê mezin canê birayê we şad bike û di vê rewş û kêlîka dijwar de hêz û quwetê bi we yên birêz bibexş e.
Dilsozê we
Song Yung
Balyozê Koreya Başûr li Îraqê
