Şandeke Îraqê bo şîna Dilovan Barzanî gehêşte Hewlêrê
duh 04.04.2018ê Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm li gel şandekê ya ji cîgirên serokkomarê Iraqê Eyad Ellawî û Usame Nuceyfî û herwaha hejmarek siyasetmedar û parlamenterên Iraqê re ji bo serdanekê geheştin Hewlêrê.
Li gor zanyariyên berdest Fuad Mehsûm, Eyad Ellawî, Usame Nuceyfî û şandeya li gel wan bo beşdarî serxweşiya Dilovan Îdrîs Barzanî bikin serdana herêma Kurdistanê kirine.
