Tirkiye sînorê Fîşxabûr-Sêmalka topbaran dike
Peyamnêrê Rûdawê li Zaxoyê da xuyakirin, “topxaneya Artêşa Tirkiyê bi giranî sînorê navçeya Zaxoyê topbaran kir û ji ber topbaranê deriyê sînorî yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê hate daxistin”.
Berpirsê Mêhwera Rojavayê Dîcleyê, Babekir Zêbarî ji Rûdawê re got, “10 gulleyên topên dûrhavêj li deriyê sînorî yê Fîşxabur/Sêmalka ketine”.
Rudaw
