Emar Alhekîm di peywendiyeke telefonî de sersaxî li Nêçîrvan Barzanî kir
Alhekîm ji ber wefatkirina xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî hevderdî û hevxemiya xwe nîşan da û sersaxî li Nêçîrvan Barzanî û malbata wî kir û hêvî xwest xwedayê mezin xwedêjêrazî bi beheşta xwe şad bike û ev xem û koavana dawiyê ya malbata Barzanî be.
Ji aliyê xwe ve, ji bo wê peywendiya telefonî û pêşkeşkirina sersaxî û hevxemiyê, sipasiya Emar Alhekîm kir.
