Wezîrê Derve yê Îranê serexweşî da Nêçîrvan Barzanî
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf ji ber koça dawî ya birayê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Dilovan Barzanî nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand.
Zerîf di nameyê de serexweşî daye Nêçîrvan Barzanî û gotiye: “Ez bi koça dawî ya birayê we yê hêja rehmetiyê Dilovan Barzanî xemgîn bûm. Ez serexweşiyê didim we û malbata we û hemû gelê Herêmê…”
Dilovan Barzanî duh li Hewlêrê ji ber kirîza dil koça dawî kir.
Basnews
