Peyama Serok Mesûd Barzanî derbarê koça dawî ya Dilovan Idrîs Barzanî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke zêde ve sibehiya roja dûşem 02.04.2018 Dilovan Îdrîs Barzanî kurê rehmetiyê Îdrîs Barzanî bi sedema caltaya dil ve koça dawî kir û çûye ber dilovaniya xwedayê mezin. Di demek da ku vê nûçeya xemgîn radigihînim, ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û sebir û aramiyê bi me hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
02.04.2018
