• Wednesday, 18 February 2026
logo

Heşda Şeibî: Emê li Iraqê rûbirûyê PKKê bibin

Heşda Şeibî: Emê li Iraqê rûbirûyê PKKê bibin
Berdevkê Heşda Şeibî dibêje, di rûbirûbûna çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de li Iraqê, Heşda Şeibî dê beşek ji hemahengiya navbera her du hikûmetên Iraq û Tirkiyê be.



Ehmed Esedî ragihand: “Li gorî yasayê Heşda Şeibî beşek e ji sîstema ewlekarî û leşkeriya Iraqê, hikûmet jî serederiyê li gel her hewlekê dike, derbarê hebûna wan grûpên çekdarî de, ku dibine sedema zirargihandinê bi Iraqê û welatên herêmê, ku ev yek jî karek e ku li gorî Destûra Iraqê tê redkirin”.



Esedî amaje bi wê yekê kir, ku “hikûmeta Iraqê hemahengiyê li gel aliyê Tirkiyê dike, derbarê çareserkirina hebûna neyasayî ya çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û grûpên din ên çekdar di nava axa Iraqê de, û Heşda Şeibî jî beşek dibe ji wan çareserkirinan”.



Di beşeke din a axavtina xwe de, Esedî da xuyakirin: “Ew navçeya ku dirêj dibe di navbera Iraq, Sûriye û Urdinê de, pêwîstî bi çareserkirineke bingehîn heye, giringtirîn kar birîna xeta alîkarî û gihandina grûpên çekdar e”.



Di wan rojên dawiyê de Artêşa Tirkiyê bombebaran û çalakiyên xwe yên serbazî li dijî PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê zêdetir kirine.



Tirkiye herwiha li hin cihan 17 kîlometran derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê bûye û dest bi çêkirina çend baregehên leşkerî kiriye.



Li aliyekê din Tirkiye gefa êrişkirina ser Şingalê jî dixwe û ji Iraqê daxwaz kiriye, ku PKKê û hêzên girêdayî wê li Şingalê bike derê. Rayedarên pilebilind ên Tirkiyê ragihandine, ew bi hûrî rewşa li Şingalê dişopînin û eger ku Bexda di hewlên derxistina PKKê de serkevtî nebe, ew dê êrişa xwe bo ser wê herêmê dest pê bikin.



Roja 23ê Adarê PKKê bi daxuyaniyekê ragihand, ku ji ber ku “rewşa Şingalê asayî bûye, civaka êzidî êdî bi rêxistinkirî bûye û hikûmeta Iraqê jî mafên êzidiyan diparêze”, ew dê gerîalyên xwe ji Şingalê vekişînin.

Rudaw
Top