• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ensarîoglu: Pêwîst e Tirkiyê û Kurdistan nêzîkî hev bibin

Ensarîoglu: Pêwîst e Tirkiyê û Kurdistan nêzîkî hev bibin
Parlamenterê ji partiya desthilatdar a Tirkiyê AK Partî yê derbarê pêwendiyên Tirkiyê û Kurdistanê de bal kişand ser girîngiya pêwendiyên Tirkiyê ligel Kurdistanê û amaje kir ji bo dahatûyeke hevpar pêwîst e Tirkiyê û Kurdistan nêzîkî hev bibin û pêwendiyên xwe baştir bikin.

Parlamenterê AK Partî Galîp Ensarîoglu ji K24ê re ragihand, têkçûna pêwendiyan ne di xêra Tirkiye û Kurdistanê de ye pêwîst e her du alî di demek nêz de werin cem hev.

Galîp Ensarîoglu got: “Jixwe di navbera Tirkiye û Kurdistanê de peymanên ciddî yên siyasî, bazirganî û stratejîk hebûn. Diyalogên baş ku her ku diçe zêdetir dibûn hebûn û Kurdistan li Rojhilata Navîn hevalbendê herî girîng ê Tirkiyê bû. Lê belê piştî proseya referandûmê rageşiyek rû da.”

Parlamenterê AK Partî got jî: “Têkçûna pêwendiyan, di berjewendiya her du aliyan de nîn e. Pêwîst e di demek nêz de pêwendî werin dirustkirin. Çakbûna pêwendiyan dê bandoreke baş bide berjewendiyên Tirkiyê û Kurdistanê. Ji vir şûn de jî bi pêşketina hevkariya stratejîk, dîplomatîk û aborî divê Tirkiye û Kurdistan dahatûya xwe ya hevpar jî bi hev re ava bike.”

K24
Top