• Wednesday, 18 February 2026
logo

YPG li navenda Efrînê 12 cîhadî kuşt

YPG li navenda Efrînê 12 cîhadî kuşt
Şervanên YPG û YPJ'ê danê vê sibehê li navenda Efrînê li leşker û cîhadiyên Tirk xistin. Di encamê de 12 cîhadî hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) îro danê sibehê du çalakî li dijî cîhadiyên dewleta Tirk li navenda bajarê Efrînê li dar xistin. Di encamê de 12 cîhadî hatin kuştin.

Çalakiya yekemîn a şervanan li dijî navendeke çeteyên Lîwa El-Fetih a ku Moro Qelender serçeteyê wê ye li taxa El-Mehmûdiyê hat kirin. Di encamê de 9 çete hatin kuştin.

Çalakiya duyemîn jî li dijî komeke çeteyan li derdora çerxereya Kawayê Hesinkar hate kirin. Li wir jî 3 çete hatin kuştin."

Top