• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî: Hêvîdar in cejna Qiyame bibe sedema aramî û aştiyê

Serok Barzanî: Hêvîdar in cejna Qiyame bibe sedema aramî û aştiyê
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya cejna Qiyamê xûşk û birayên Xiristiyanî û sersala Babilî û Aşûrî peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de hêvî xwast ku ev bone bibe sedema peydakirina biratî, aramî û aştiyê. Herwiha bibe sedama têkşikandina teror û tundûtûjiyê.

Herwiha Serok Barzanî hêvî xwast jî, êş û azara Qiyamê xûşk û birayên Xiristiyanî û pêkhateyên din yên li Iraq û navçê bidawî bibin û hemû alî bi awayekî aştiyane û azadî bi hev re bijînin.

K24
Top