Civata Wezîran cejina Qiyame û Ekîto li mesîhiyan pîroz dike
Ev her du cejinên pîroz di demkê de tên ku, mixabin, hêşta bi hezaran xûşk û birayên mesîhî, ji encama êrîşên terorîstên DAÎŞ û alozî û tundûtûjiyên li Deşta Neynewa û Mûsil û ji gelek deverên din yên Îraqê neçar bûn mal û milkê xwe bi cî bihêlin, di koçberiyê de dijîn. Em hêvîdar in hemû minasibe û cejinên bên di nav rewşeke baştir de pîroz bikin û xûşk û birayên mesîhî jî bi serbilindî bo ser deverên xwe yên avadankirî vegerin û jiyaneke bi aram û şad bijîn.
Careke din cejina Qiyame û Ekîto li hemûyan pîroz be, her di nava cejin û xweşiya de bin.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
31.03.2018
