• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Sêrtê pevçûn: 6 cerdevan hatin kuştin

Gulan Media March 31, 2018 Nûçe
Li Sêrtê pevçûn: 6 cerdevan hatin kuştin
Li navçeya Dihê ya Sêrtê di navbera PKK û leşkerên tirk - cerdevanan de şer derket û di encamê de 6 cerdevan hatin kuştin.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin îro danê sibê li derdora gundê Ormanardi ku girêdayî Dihêya Sêrtê ye di navbera PKK û leşkerên tirk-cerdevanan de şer derket.

Hat ragihandin ku di encama şer û pevçûnan de 6 cerdevan hatine kuştin û 7 leşker-cerdevan jî hatine kuştin.

Top