• Wednesday, 18 February 2026
logo

Erdogan: Fransa dijminatiya Tirkiyeyê dike

Gulan Media March 31, 2018 Nûçe
Erdogan: Fransa dijminatiya Tirkiyeyê dike
Serokkomarê Tirkiyeyê ji civîna Serokê Franse û YPGê acize.

Piştî ku dohê Serokê Franseyê pêşwaziya şandeke YPG û PYD kir û li gel wan civiya û amadebûna xwe bo şandina artêşa Franseyê bo Minbicê diyar kir, îro Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan careke din li hember Kurdan bêtehemuliya xwe diyar kir û rexne li Franseyê kir.

Erdogan diyar kir ku pêşwazî kirina şanda han û civiyan li gel vê şandê dijminatî kirina rast rast ya Tirkiyeyê ye û Tirkiye li hember vê yekê bêdeng nabe.

Erdogan herwiha diyar kir ku ev pêşniyara Franseyê ya bo miyancîgeriya navbera Kurdên Rojava û Tirkiyeyê red dike.

Top