• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tirkiye yekem deryê sînorî bi Efrînê re vedike

Gulan Media March 29, 2018 Nûçe
Tirkiye yekem deryê sînorî bi Efrînê re vedike
Ajansa Anadolê belav kiriye, ku Hikûmeta Tirkiyê biryar daye, deriyekî sînorî di navbera Hetayê û Efrînê de veke.

Wê ajansê diyar kir, ku ew derî wê li gundê Hemam yê ser bi devera Qumlu li devera hetayê bê vekirin û ew gund 10 kîlometran ji bajarê Cindirêsê dûr e.

Li gorî daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê, armanca vekirina wî derî asankirina gihandina alîkariyên mirovî û avakirina deverê ye.

Ev yekem derî ye ku Hikûmeta Tirkiyê bi Efrînê re vedike, piştî ku artêşa wê ew bajar dagîr kir.

Di 20 Çileya derbasbûyî de, artêşa Tirkiyê û hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, li Efrînê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirin û piştî nêzîkî du mehan ji şer, di 18ê Adarê de, tevahiya bajarê Efrînê û gundewarên wî bajarî, ketin bin destê artêşa Tirkiyê û di encamê de, bi dehan hezar welatî ji wan deveran mişext bûn, niha jî gellek bizav ji aliyê welatiyan ve tên kirin ku li malên xwe vegerin, bi taybet yên ku xwe li navçeyên rêjîmê girtibûn.

Çalakvanên Efrînê li ser torên civakî tekez kirin, ku şervanên YPGê li ser gellek rêbendên xwe, rê li ber vegera welatiyên Efrînê digirin û ji wan dixwazin ku li malên xwe venegerin heya ku artêşa Tirkiyê ji bajar bê derxistin, vê yekê jî dilgiraniyeke mezin li cem welatiyan çêkiriye.

K24
Top