• Wednesday, 18 February 2026
logo

Pêşmerge nehîşt hêzên Iraqî derbasî ziyareta Şerfedîn bibin

Gulan Media March 29, 2018 Nûçe
Pêşmerge nehîşt hêzên Iraqî derbasî ziyareta Şerfedîn bibin
Tê gotin ku hêzên Iraqî û Heşda Şeibî dixwazin derbasî ziyareta Şerfedîn ya êzîdiyan li ser çiyayê Şingalê bibin lê hêzên Pêşmerge û şervanên êzîdî nahêlin.

Li gorî agahiyan, ew hêzên Iraqî û milîsên şîe yên ku di heyama çend rojên borî de çûne devera Şingalê, îro xwastin derbasî ziyareta Şerfedîn bibin lê ji aliyê hêzên Pêşmerge û şervanên êzîdî ve hatin astengkirin.

Tê gotin ku hêzên Iraqî dixwazin alaya Iraqê li ser ziyareta Şerfedîn daynin.

Piştî ku PKKê beşek ji hêzên xwe ji Şingalê vekişand, hêzên Iraqî û Heşda Şeibî derbasî wir bûn. Herî dawî PKKê deriyê sînorî yê Xanesorê teslîmî Iraqê kir.

Top