• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hevahengiya navbera pêşmerge û şîretmendên arteşa Birîtanyayê bildin hat nirxandin

Gulan Media March 28, 2018 Nûçe
Hevahengiya navbera pêşmerge û şîretmendên arteşa Birîtanyayê bildin hat nirxandin
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 27.03.2018-ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Lieutenant General Sir John Lorimer mezine şîretmendê arteşa Brîtanyayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û nûnerê Theresa Mey Serowkezîra Brîtanyayê û şandeya pê re ku ji John Wilks balyozê Birîtaniyayê li Îraqê, John Sharp konsulê giştiyê Birîranyayê li Herêma Kurdistanê bi wekalet û hijmareke diplomatkar û berpirsên leşkerî pêk hat bû, kir.

Di civînekê de ku, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê û hijmareke wezîr û berpirsên Herêma Kurdistanê amade bûn, şandeya birîtanyayî serkeftin û qurbaniyên xelk û pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorê û hevahengiya navebra pêşmerge û şîretmendên arteşa Birîtanyayê di şerê dijî terorê de bilind nirxand, piştgiriya welatê xwe jî ji bo hevkarîkirina pêşmerge û moderkirina wezareta pêşmerge û zêdetir pêşxistina têkeliyên navebra Hewlêr û Londonê nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî ji bona wan alîkarî û hevlariyên di warê leşkerî de di dema şerê dijî DAÎŞê de pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine, sipasiya Birîtanyayê kir û hêvî xwest ew hevkarî û hebvahengî berdewam be.

Di civînê de behsa rewşa herêmî bi giştî û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi taybetî hate kirin û div ê çerçoveyê de ew gavên heta niha hatine avêtin weke vekirina balefirxaneyan û dabînkirina beşek ji miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê bi gavên baş hatin nirxandin û berdewamiya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê bi pêdvî hat zanîn.



Top