• Wednesday, 18 February 2026
logo

Trump bo Macron: Pêwîst e em li Sûriyê zêdetir piştgiriya Tirkiyê bikin

Gulan Media March 28, 2018 Nûçe
Trump bo Macron: Pêwîst e em li Sûriyê zêdetir piştgiriya Tirkiyê bikin
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, pêwîst e di krîza Sûriyê de hevkarî û hemahengiya bi bi Tirkiyê re were bipêşxistin.



Koşka Spî di dauxyaniyekê de ragihand, îro Sêşemî 27ê Adarê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron pêwendiyeke telefonî encam dane û di vê pêwendiyê de derbarê mijarên êrişa kîmyayî ya Rûsyayê li Brîtanya, rewşa Sûriyê û bazirganiya navbera Amerîka û Yekîtiya Ewropayê de gotûbêj kirine.



Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, “her du serokan piştgirî li berteka bihêz a welatên rojavayî bi derxistina dîplomatên rûs ji welatên xwe, li dijî êrişa kîmyayî ya Rûsyayê li Salisbury a Brîtanyayê dikin”, ku têde sîxorekî berê yê Brîtanya û keça wî li nav axa Brîtanya bûne armanc.



Koşka Spî daye xuyakirin, “ Serok Trump tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina hemahengiya bi Tirkiyê re ji bo rûbirûbûna pirsgirêk û astengiyên stratejîk li Sûriyê kir”.



Trump û Macron herwiha behsa pêwnediyên bazirganî yên navbera Amerîka û Yekîtiya Ewropayê jî kirin. Herwiha pêngava xwe ya dahatî ji bo bersivdana tevgerên nehevseng ên Çînê jî gotûbêj kirin.



Daxwaza Trump ji Macron bo zêdetir piştgirîkirina Tirkiyê li Sûriyê di demekê de ye, ku Tirkiye di çarçoveya du operasyonên leşkerî yên Mertala Firatê û Çiqla Zeytûnê beşek ji axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kontrol kiriye.



Tirkiyê ji 20ê Çileya îsal ve opeerasyoneke berfireh bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin û piştî 58 rojan hêzên wî welatî derbasî navenda bajarê Efrînê bûn.



Herwiha Tirkiyê di 24ê Tebaxa 2016an de Operasyona Mertala Firatê dabû destpêkirin û di çarçoveya wê operasyonê de, bajarên Elbab, Cerablus û Ezaz xistibû bin kontrola xwe.



Daxuyaniya nû ya Koşka Spî derbarê hemahengiya zêdetir bi Tirkiyê re herwiha di demekê de ye, ku ji ber piştgiriya Amerîkayê li hêzên Kurdî yên weke HSD û YPGê li Sûriyê û rewşa bajarê Minbicê, pêwnediyên Waşington û Enqerê gelek aloz in.



Rayedarên Tirkiyê daxwaz dikin, ku hêzên Kurdî ji Minbicê bêne derxistin û Enqere û Waşington bi hev re wî bajarî birêve bibin. Herwiha Enqere ji Waşingtonê dixwaze, ku dest ji piştgiriya HSDê û YPGê berde û çekan jê re neşîne, lê Amerîka wan hêzan weke hevbeşên xwe di şerê li dijî DAIŞê bi nav dike û tekezî li ser hevkariya bi wan re dike.

~عیشص
Top