• Wednesday, 18 February 2026
logo

Operasyona nû ya Tirkiyê metirsiyê li ser mişextên Efrînê çêdike

Gulan Media March 27, 2018 Nûçe
Operasyona nû ya Tirkiyê metirsiyê li ser mişextên Efrînê çêdike
Jêderên Tirkî ragihandin, ku artêşa wî welatî û ya Azad li Til Rifet dest bi operasyoneke serbazî kirine, ku niha bêtirî 50 hezar mişextên Efrînê li wî bajarokî ne.

Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan tekez kir, ku berî niha berpirsên Tirkiyê û yên Rûsya li gundewarên Helebê civiyane, di encama wê civînê de, herdu aliyan lihev kirin, ku Rûsya polîsên xwe yên serbazî ji wî bajarokî û gundên wî vekişîne û wê navçeyê radestî hêzên Tirkiyê bike.

Riwangehê diyar kir, ku Til Rifet û hemû ew navçeyên ku Rûsya biryar daye radestî Tirkiyê bike, niha di bin destê YPGê de ne û bêtirî 50 hezar mişextên Efrînê xwe li wan deveran girtine û ew rêketin wê metirsiyê li ser wan çêbike.

Piştî dagîrkirina bajarê Efrînê, serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand, ku gava wan ya diwem di operasyona (Şaxê Zeytûnê) de, kontirolkirina bajarokê Til Rifet e, herwiha dabû xuyakirin ku şervanên YPGê ji Efrînê reviyane Şingalê, lerwa ewê li Şingalê li dijî wan şervanan operasyonan bikin.

Rudaw
Top