Erdogan: Iraq li Şingalê bi ser nekeve, em ê tiştê pêwîst bikin
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê berî biçe bajarê Varnayê yê Bulgaristanê axift û got:
(Vekişîna PKKê ji Şingalê) ya rast ew e ku min ji rêxistina me ya îstîxbaratê wergirtin ku Hikûmeta Iraqê hinek hewlên operasyonan kir. Helbet wek encameke suriştî, em vê dişopînin bê bi tevahî qediyaye yan na. Belkî bi awayekî beşkî destwerdana çêbûbe, nexasim îro dê rayedarek ji Iraqê j bo van mijaran were Tirkiyeyê. Ew ê dê bi şêwirmendê me yê MITê(îstîxbaratê) re bicive. Em ê piştî vê civînê encameke durist bgirin. Hêviya me ew e ku Hikûmeta Iraqê di operasyona xwe ya li Şingalê bi ser keve, eger kêşe çêbibe, em dê civînên xwe yên dualî bikin, em dê di tiştê pêwîst bikin. Tehemula me zêde ji Şingalê re tine."
