Hikûmeta Iraqê 3000 çekdar bo PKKê dadimezrîne
PKK, piştî êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê di Tebaxa 2014an de, di sînorê Rojavayê Kurdistanê ve hat devera Şingalê, destpêkê tenê 50 gerîlla bûn, lê piştre hejmara hêzên xwe zêde kir û herwiha çend hêz ji xelkê Şingalê pêkanîn, ji wan Yekîneyên Berxwedana Şingalê, Yekîneyên Berxwedana Jinên Şingalê, Asayîşa Parastina Êzîdxan û Hêza Antî Terorê ku hemû 3000 çekdar bûn. Her yek ji wan hêzan jî alayeke wan a taybet heye.
Piştî hatina PKKê bo Şingalê, hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çendîn kanalên cuda daxwaz ji PKKê kirk u ji wê navçeyê vekişe, lê PKK neku her venekişiya, lê bi hêzê bersiva Hêzên Pêşmerge da, dema di havîna sala 2016ê de xwestin biçin çend navçeyên jêr desthilata PKKê. Niha PKK ligel hikûmeta Iraqê rêkeftiye daku Şingalê bicîh bihêle.
Endamê Encûmena Rêveberiya Şingalê Qasim Şingalî, behsa naveroka wê rêkeftinê dike ku di navbera PKK û hikûmeta Bexdayê de hatiye kirin daku PKK ji Şingalê derkeve. Şingalî ji Rûdawê re got: “Rêkeftin di navbera berpirsê PKKê yê Şingalê û berpirsên Heşda Şabî û Artêşa Iraqê de hatiye kirin. Li gor rêkeftinê PKK ku hejmara wan 100-300 kes dibe, ji Şingalê vedikişin, li beramber hikûmeta Iraqê hemû çekdarên hêzên din, ji wan jî Asayêşa Êzîdxan, Yekîneyên Berxwedana Şingalê, Yekîneyên Berxwedana Jinên Şingalê û Hêza Antî Terorê ku hejmara wan nêzîka 3000 kes dibe, bi nav û logoyên xwe dixe ser Wezareta Berevaniyê ya Iraqê û meaş dide wan.”
Encûmena Rêvebirina Şingalê ku ji aliyê PKKê ve hatiye damezrandin, ji 15 endaman pêk tê. Qasim Şingalî bi vekişîna hêzên PKKê ji Şingalê kêfxweş e û wiha dibêje: “PKKê di demeke pêwist de berevanî li xelkê Êzdî kir, niha jî her wek 2014ê gefa Tirkiyê li ser Êzdiyan heye, loma PKKê biryar da ji Şingalê vekişe daku nekeve ber êrîşa Tirkiyê.” Axaftina wî endamê Encûmena Rêvebirina Şingalê di demekê de ye ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja 25.03.2018ê ragihand ku operasyona ser Şingalê dest pê kiriye.
Derbarê çarenivîsa Encûmena Rêvebirina Şingalê de jî, Qasim Şingalî wiha axifî: “Di dema borî de bi armanca pêkanîna îdareyeke serbixwe bo Şingalê me projeyek daye hikûmeta Iraqê, em li benda bersivê ne, eger hikûmeta Iraqê razî bû em dê Şingalê bikin îdareyeke serbixwe.”
Li ser dema vekişîna hêzên PKKê jî Şingalî zanyarî dan û got: “Ji ber rewşa ewlekariyê û ji bo nebin armanca êrîşên Tirkiyê, beşek ji wan hêzan bi nehênî çûne Rojavayê Kurdistanê, beşek jî biryar e di du rojên dahatû de xatir ji xelkê Şingalê bixwazin û biçin.” Li çend cihên çiyayê Şingalê û nav navenda Şingalê wêneyên mezin ên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatine daleqandin, lê li gor Şingalî, ew wêne li cihê xwe dimînin.
Berpirsê Asayîşa Êzîdxan li nehya Sinûnê Xebat Şingalî, ku yek ji wan hêzan e PKKê pêkaniye, ji Rûdawê re da zanîn ku heta niha wan ti meaşek ji hikûmeta Iraqê wernegirtiye, lê li bendê ne piştî vê rêkeftinê hêzên wan bikevin ser Wezareta Berevaniyê ya Iraqê û Bexda meaş bide wan.
Piştî Tebaxa 2014ê sê caran îdareya qezaya Şingalê hatiye guhertin, roja 17ê Cotmehê Hêzên Pêşmerge ji Şingal û derdora wê vekişiyan, Heşda Şabî û Artêşa Iraqê hatin nav qezayê, piştre îdareyeke nû hat pêkanîn.
Fehid Hamid ku berê berpirsekî xwiya yê PKKê bû û niha ji aliyê Heşda Şabî ve bi wekalet wek qeymeqamê qezaya Şingalê hatiye danîn, derbarê heman mijarê de wiha axifî: “Em pêşwaziyê li biryara PKKê dikin û ji wan re dibêjin mala we ava, ji ber hatina wan di demekê de bû ku pêdiviya Ezdiyan bi wan hebû. Niha jî ku diçin her ji ber wê yekê ye ku navçeya me ji ber gefên Tirkiyê rûbirûyê karesateke din nebe.”
Fahid Hamid bal kişand ser rêkeftina navbera PKK û Bexdayê û wiha axifî: “Li beramber mana hêzên YPŞ û Antî Terorê ku hikûmeta Iraqê bi nêt e nêzîka 3000 endamên wan hêzan bike fermi, PKK ji Şingalê vedikişe.” Li gor Hamid, roja 25.03.2018ê çend berpirsên Heşda Şabî ligel berpirsên PKKê serdana wan cihan kirine ku PKK jê vedikişe, daku hêzên din bi taybetî yên PKKê li Şingalê pêkanîne, li wan deveran bicîh bibin.
Îdareya parêzgeha Nînewayê ku Şingal ser bi wê parêzgehê ye, dibêje ku haya wan ji rêkeftina navbera PKK û hikûmeta Iraqê nîne. Di vê derbarê de Cîgirê Parêzgarê Nînewa Ebdulqadir Şingalî ji Rûdawê re got: “Haya me ji rêkeftina vekişîna PKKê ji Şingalê nîne, lê her ji destpêkê ve me çendîn car daxwaza vekişîna PKKê ji Şingalê kiriye. Tişta niha em dibînin tenê propaganda ye, ji ber hemû ew hêzên PKKê li wir pêkanîne, dimînin. Ew yek ne rast e ku em bibêjin bi çûna 100 gerîlla, PKK li Şingalê nema.”
Roja 23.03.2018ê Konseya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand ku gerîllayên PKKê li Şingalê erkê xwe bi tevahî cîbicîh kirine û ji niha û şunde vedikişin.
Rudaw
