• Wednesday, 18 February 2026
logo

Yunanistan: Ger pêdivî be emê weke sala 1821ê li hember Tirkiyê şerî bikin

Gulan Media March 26, 2018 Nûçe
Yunanistan: Ger pêdivî be emê weke sala 1821ê li hember Tirkiyê şerî bikin
Wezîrê Parastinê yê Yunanistanê Panos Kammenos di merasima cejna neteweyî ya Yunanistanê de axivî. “Yên ku li pey Osmaniya mezin in bila baş bifikirin.”

Wezîrê Yunanistanê Panos Kammenos di salvegera serxwebûna Yunanistanê ya 197emîn de axivî. Di sala 1821ê de Yunaniyan li hember Dewleta Osmanî serî hildabûn û serxwebûna xwe îlan kiribûn. Di merasima salvegera serxwebûnê de Panos Kammenos axivî û di derbarê Tirkiyê de axaftinên giran kir.

Kammenos “mucahidên Yunanî di sala 1821an de li li hember Osmaniyan serî hildan û ew dewleta xurt têk birin. Yên ku îro li pey xewnên Osmaniya Mezin in bila baş bifikirin, yên ku dest dirêjê serweriya me bikin emê dîsa wan têk bibin.”

Waar.tv
Top