• Wednesday, 18 February 2026
logo

Erdogan: Operasyona Şingalê destpê kir!

Gulan Media March 26, 2018 Nûçe
Erdogan: Operasyona Şingalê destpê kir!
Ligor Ajansa fermî ya Tirkiye AA (Anadolu Ajansi) ragihandî, di axaftina xwe ya li Kongreya 6emîn a AK Partî li bajarê Trabzonê de, Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan da diyarkirin ku: Operasyona Şingalê destpê kiriye.

Ajansa “AA” a Tirkî dide diyarkirin ku, Erdogan di axaftina xwe de anî ziman ku: “Me got em dê biçin Şingalê jî. Niha Operasyonan li wir jî destpê kirin. Li hundir li dij terorîstan tekoşîn, lê herweha li derve jî têkoşîn. Dilgiraniya me terorist in. Em ne dewletek dagîrker in. Ev di dîroka welatên Rojava de heye, di dîroka me de tiştek weha nîne’’

Ev demek e Tirkiye, bi egera hebûna PKK û PYD gefa Operasyonê li Rojavayê Kurdistanê, herweha Şingalê dike. Berî du rojan jî KCK ragihandibû ku, hêzên xwe ji Şingalê vedikşîne.

Basnews
Top