• Wednesday, 18 February 2026
logo

Gabriel: Bi operasyona Efrînê re Tikiye ji Ewropa bidûr ket

Gulan Media March 26, 2018 Nûçe
Gabriel: Bi operasyona Efrînê re Tikiye ji Ewropa bidûr ket
Wezîrê derve yê berê yê Almanyayê Sigmar Gabriel dibêje, êrişa Tirkiyê li ser Efrînê, peyamek ji Amerîka re ye, ku Tirkiye nahêle Kurd li Sûriyê bibin xwedî rêveberî.

Sigmar Gabriel di govara “Der Spîegel” de gotarek nivîsand û diyar kir, Tirkiye bi hêzên bejahî û nîvê hêzên xwe yên asîmanî êriş li Efrînê kiriye. Bo encamdana operasyonê baceke mezin daye pêş xwe ku ew jî dûrketina ji Ewropa û rojava ye.

Gabriel da zanîn, Ewropa û Amerîka PKK, YPG û PYDê wek rêxistinên terorê qebûl nakin. Her çiqas PYD û PKK di bin heman serokatiya stratejîk de bin jî, di warê çalakiyê de azadiya YPG gelek fireh e.

Da xuyakirin, rewşa jeostratejîk a Tirkiyê pir girîng e û divê, piştî bidawîbûna operasyonê, wek hevpeymaneke NATO di gelek waran de rêkftinên nû bên kirin.

K24
Top