• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mehma Xelîl: Şingal dê bibe Efrîna duyem!

Gulan Media March 26, 2018 Nûçe
Mehma Xelîl: Şingal dê bibe Efrîna duyem!
Qaymeqamê qeza Şingalê ragehand ku ew ji wê yekê ditirsin ku Şingal bibe Efrîna duyem.

Qaymeqamê qeza Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand, heta naha hêzên PKKê ji Şingalê derneketine û bi tenê rêya ragehandinê aşkera kirine ku dê derkevin û hîn ti tiştek diyar nîne. Di Şingalê de mane û ji ber vê yekê naha metirsiya operasyona artêşa Tirkiyê ya li ser Şingalê heye û em ji vê yekê ditirsin ku Şingal bibe Efrîna duyem.

Herwaha got, Şingal bixwe devereke wêran bûyî ye û xirabeye û hêza wê tineye ku ti şereke din rake û em bi ti awayî naxwazin Şingal bibe qada şer a di navbera artêşa Tirkiyê û hêzên PKKê de.

Mehma Xelîl got, hikûmeta Iraqê naha berpirse ji parastina Şingalê û çawa Heşdî Şeibî naha hatiye û têde ye, li ser wan erke ku ji hêzên Tirkiyê û PKKê jî biparêzin.

Basnews
Top