• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hevpeymana Navnetewî: Tirkiyê şerê li dijî DIŞIê lawaz kir

Gulan Media March 26, 2018 Nûçe
Hevpeymana Navnetewî: Tirkiyê şerê li dijî DIŞIê lawaz kir
Berdevkê Hevpeymana Navnetewî Ryan Dillon daxuyaniyek da û got ku Tirkiyê ji ber operasyona li ser Efrînê, şerê li dijî DIŞIê gelek lawaz kiriye.

Dillon wiha berdewam kir: Piştî ku Tirkiyê li ser Efrînê operasyon da destpêkirin, gelek şervanên HSDê derbasî Efrînê bûn û ji qadên derdora Dêra Zorê vekişiyan. Ji ber vê yekê jî koalîsyonê, nikarîbû li dijî DIŞIê bi hêsanî şer bike.

Wekî ku tê zanîn, Artêşa Tirkiyê û hevalbendên wê, berî niha bi nêzîkî du mehan li dijî Efrînê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin û di 18ê Adarê de ketine bajarê Efrînê de.
Top