• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hikûmet çend biryarên nû der kir

Gulan Media March 26, 2018 Nûçe
Hikûmet çend biryarên nû der kir
Tevahiya wan biryaran derbarê mûçeyan dene.

Serokatiya civata wezîran ya hikûmeta Kurdistan civiya û di derbarê kêşe û arîşeyên fermanberan yên taybet bi mûçeyên mehane giftûgo kir.

Her di vê civîna han de behsa wan hevkariyên ku ji aliyê Amerîkayê ve bo hêzên pêşmerge tên şandin û pereyên ku ji Bexdayê tên û dahata navxweyî ya Kurdistanî jî hate kirin.

Di civînê de herwiha hatiye gotin ku hikûmet ji dijwariya rewşa jiyana xelkê fêm dike û tevahiya hewlên xwe bo çareser kirina kêşe û arîşeyên han bitevger dike.

Di civînê de sê biryar hatine derkirin ku bi vê rengî ne.

1-Eger Bexda bi awayekî mehane 317 miliyar û 540 miliyon û 465 hezar dîran bişîne, her çend kem be jî lêbelê hikûmeta Kurdistanê dikare ji dahata petrol û dahata navxweyî jî mûçeyan dabîn bike û destkariya paşkefta mûçeya fermanberan bike.

2- Wezareta darayî û abûrî hatiye pîwerdarkirin daku li gorî dahatê di rojên pêşiya me de lîsteya dabeş kirina mûçeyan amade û belav bike.

3- Di rojên pêşde hikûmet tevahiya dahata navxweyî, dahata petrol û ew pereyên ku ji Bexda û Amerîkayê jî tên vê be zelalî eşkere bike û çawetiya mesref kirina wan jî ji raya giştî re eşkere bike.

Top