• Wednesday, 18 February 2026
logo

Herî kêm 13 polîs û milîsên şîe yên Iraqî ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin

Gulan Media March 25, 2018 Nûçe
Herî kêm 13 polîs û milîsên şîe yên Iraqî ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin
Herî kêm 13 polîs û milîsên şîe yên Iraqî ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, îşev 5 milîsên Heşda Şeibî ku hemû turkmen bûne, li ser rêya bajarokên Hewîce û Riyaz yên Kerkûkê ketin kemîna çekdarên DAIŞê û hemû hatin kuştin.

Ji aliyekî din, rêxistina DAIŞê îro ragihand, 8 polîsên Iraqî li devera Hemrîn ya parêzgeha Diyale ji aliyê çekdarên wan ve hatine girtin û gulebarankirin.

DAIŞê wêne û dîmenên gulebarankirina wan jî belav kiriye.

Basnews
Top