• Wednesday, 18 February 2026
logo

Parêzgarê Mûsilê ji bo cihên PKK vekişe daxwazek kir

Gulan Media March 25, 2018 Nûçe
Parêzgarê Mûsilê ji bo cihên PKK vekişe daxwazek kir
Parêzgarê Mûsilê Nufel Yaqup ragihand ku wan ji bo li Şingalê cihên ku PKKê ji vekişin daxwaza “yekîneya ewlehiya lezgîn” kirine.



Koma Civaka Kurdistanê (KCK) ku weke sîwana rêxistinên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve tê naskirin, di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku gerîlayên PKKê dê Şingalê vala bikin.



Parêzgarê Mûsilê Nufel Yaqup îro ragihand ku daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirine ku li Şingalê cihên ku PKKê ji vekişin hêzeke mezin li wan devaran bicih bibe.



Nufel Yaqup wiha got: “Rewşa Şingalê ji ya herêmên din cudatir e. Li wê herêmê pêkhateyên ji hev cuda dijîn. Ji bo ku di navbera pêkhateyan de şer dernekeve pêwîstiya me bi hêzeke taybet a berevaniyê heye.”



Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, ku şert û mercên 3ê Tebaxa 2014an ji holê nename û civaka Êzidî jî êdî civakeke birêxistinbûyî ye, herwiha Şingal û derdora wê jî ewle bûye, lewma ew dê gerîlayên xwe ji Şingalê vekişînin.



Rêveberê Nahiyeya Sinûnê Xwedêda Cokê diyar kir, KCK ragihand ku ewê ji Şingalê vekişin û naxwazin ji ber wan xetereyek were serê Kurdên Êzdî. Xwedêda Cokê ji ber biryara KCKê spasiya wan kir.



Herwiha Rêveberê Nahiyeya Sinûnê Xwedêda Cokê got ku hêzên Heşda Şeibî li wê deverê nemane.

Rudaw
Top