• Wednesday, 18 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Brîtaniyayê Cejna Newrozê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîroz dike

Gulan Media March 25, 2018 Nûçe
Wezîrê Derve yê Brîtaniyayê Cejna Newrozê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîroz dike
Boris Johnson Wezîrê Derve yê Brîtaniyayê di nameyekê de ji bo Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê,Cejna Nerwrozê jê re dike.

Johnson di nameya xwe de ji bo Serokwezîr Barzanî dibêje: Bi minasibeta Cejna Newrozê pîrozbahiyê li we, malbata we ya birêz û gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim. Herêma Kurdistanê û gelê kurd Sala borî di şerê dijî DAÎŞê de mêrxasî û qurbanîdaneka mezin û mêvanperweriyeka mezin li pêşwazîkirina hijmareka zêde ya koçber û penaberan nîşan da.

Johnson di nameya xwe de ji bo Barzanî nivîsandiye:

Niha derfet ji bo avedan kirina paşerojeka bi tenahî, demokrasî û pêşkeftina Herêma Kurdistanê , ji bona bi dest anîna vê armancê jî, çavê me li wê yekê ye ku em hevkariyê bi we yên birêz re bikin.

Wezîrê Derve yê Brîtaniyayê di dawiya nameya xwe de dinivîse: Em hêvîdar in li dema îsal we li Londonê bibîn in. hiviya newrozeka xweş û aram û saleka serkeftî ji we re dixwaz im.

Borîs Johnson nameya xwe ya ji bo Nêçîrvan Barzanî bi siruda navdara Newrozê bi dawî tîne: Em rojî salî tazeye, Newroze hatewe.


Top