Berpirsekî PDKê: PKK bi temamî ji Şingalê derneketiye
PKKê duhî ragihand ku biryar dane hêzên xwe ji devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê bikşînin.
Li ser vê mijarê, berpirsê liqa PDKê li Şingalê, Qadir Qaçax ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, piştî gefên Tirkiyê, xelkê Şingalê û mezinên êzîdiyan daxwaz ji PKK û Heşda Şeibî kirin ji Şingalê derkevin. Tê gotin ku beşek ji hêzên PKKê vekişiyane lê hîn bi temamî venekişiyane.
Qadir Qaçax her wiha gotiye, eger bi rastî PKK piştevaniya kurdên êzîdî dike bila ji deverê derkeve da ku hêcetan nede destê Tirkiyê. Lê heta niha jî li Şingalê ne.
Wî rayedarê PDKê aniye ziman ku heta PKK li Şingalê bimîne metirsî li ser kurdên êzîdî dimîne û tirsa wê heye cardin rastî jenosîdê bên.
Basnews
