• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Efrînê teqînek pêk hat: 3 leşkerên tirk hatin kuştin

Gulan Media March 23, 2018 Nûçe
Li Efrînê teqînek pêk hat: 3 leşkerên tirk hatin kuştin
Hat ragihandin ku li navenda Efrînê teqînekê rû daye û di encam de 3 leşkerên tirk hatine kuştin.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin îro danê sibê li navenda bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê di dema lêkerîn û lêkolînên leşkerên tirk de teqînek pêk hat.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim di derbarê bûyerê de ragihand ku di encama teqînê de 3 leşkerên tirk hatine kuştin.

Bajarê Efrînê 18ê vê mehê piştî 58 rojên berxdana hêzên Kurdî û xelkê Efrînê, ji aliyê çekdarên artêşa tirk û çekdarên cîhadîst ve hatibû dagirkirin.

Wan çekdarên artêşa tirk piştî dagirkirina Efrînê dest bi dizî û talana mal û milkê Kurdan kiribû.

Basnews
Top