Serokwezîra Brîtanyayê Newroz li gelê Kurd pîroz kir
Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May di daxuyaniyekê de wiha dibêje: “Newroz derfeteke daku hemû Kurd bihevre bin, şahiyan bikin û awirekê li destkeftên xwe yên rabirdû bidin.”
Theresa May, amaje bi wê yekê dide ku hikûmeta welatê wê hêvîdar e sala nû sala aştî û bihevrejiyanê be û herwiha têde mafên mirov, dada civakî û azadiya ramanê zêdetir ber bi pêş ve biçe.
Serokwezîra Brîtanyayê hê vî dike “her ferdekî gelê Kurd di vê cejna Newrozê de demeke xweş ligel heval û endamên malbata xwe derbas bike.
Rudaw
