'Hêza YNKê bi destûra hikûmeta Iraqê derbasî Kerkûkê bû'
Xelîl Serkanî di derbarê vê mijarê de ji BasNewsê re axivî û got, ‘Hêza leşkerî ya YNKê roja Newrozê bi destûra hikûmeta Iraqê derbasî Kerkûkê bû. Ji ber ku bêyî destûra wan hêzek Kurdî niha nikare bikeve Kerkûkê. Ji bo ku hêzeke Kurdî bikeve Kerkûkê divê gelek bihêz be ku xwe li ser bisepîne an jî bi darê zorê bikeve bajarê Kerkûkê. Ji ber wê yekê ne rast e ku hêza YNKê bi însiyatîfa xwe ketibe Kerkûkê.’
Endamê Goranê Xelîl diyar kir ji ber ku ew hêza ketiye Kerkûkê eleqedar e bi bûyerên 16ê Cotmehê re ku bajar radestî Heşda Şeibî kiribû, di çarçoveya destûra hikûmeta Iraqê de ketiye nav bajêr û wiha got, ‘Berî niha baregehên hêzên Kurdî hebûn li Kerkûkê û divê niha baregehên wan ên leşkerî li nava Kerkûkê hebin.’
Herwiha Xelîl Serkanî amaje bi wê yekê kir ku Kerkûk bajarekî dîrokî yê Kurdistanê ye, dagirkirina Kerkûkê Kurdbûna wî bajarê ji holê ranake û diyar kir ku zû an jî dereng bajarê Kerkûkê wê vegre statûya xwe ya berê.
Xelîl Serkanî axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘Xwediyên resen yên Kerkûkê Kurd in. Ketina Kerkûkê li jêr destê çekdarên Iraqî ji ber parçebûna siyaseta Kurdan a navxweyî ye. Niha hikûmeta Iraqê bi hêzeke mezin a leşkerî û çekên giran ên pêşketî xwe di ser her tiştî re dibîne.’
Basnews
