• Wednesday, 18 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Gulan Media March 23, 2018 Nûçe
Daxuyaniyek ji Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Di demekê de ku hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ji bona pîrozkirina Cijina Newrozê û pêşwazî kirina sala nû ya kurdî ber bi deşt, aqar û çiyayên Kurdistanê çû bûn, mixabin, spêdehiya roja pêncşemê ji encama bombebarana balefirên şerî yê Tirkiyeyê bo ser baregahên PKK li devera Balakayetî 4 welatiyên Herêma Kurdidtanê şehîd bûn.

Tevî hevderdî û hevxemiyê, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwaz in û em dilgiraniya xwe li hember bi armanc kirina gund û avedaniyên Herêma Kurdistanê nîşan didin ku mixabin, ji ber nêzîk bûna baregahên PKK, gund û avadaniyên wê deverê, hertim metirsî li ser wan deveran heye û ev çend care hevwelatî dibin qurbanî.

Em daxwazê ji PKK dikin derdûra gund û avedaniyan çol bike ku hevwelatî zêdetir nebin qurbanî.

Sefîn Dizeyî

Pevdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

22.03.2018
Top