Jeremy Corbyn: Newroz cejna neteweyî ya Kurdan e
Corbyn li Parlemantoya welatê xwe, bi boneya Cejna Newrozê pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir û hêviya xweşiyê ji bo Kurdan xwest û bi taybet Kurdên rojavayê Kurdistanê. Amaje bi wê yekê kir ku, Kurdên Sûriyê di çarçoveya gihiştin bi aştî û aramiyê rastî şer û astengiyan bûn e. Daxwaza xwe anî ziman ku, hêvîdar e di salên bê de, ev gel li Sûriyê bi aramî û aştî bijî.
K24
