Iraq operasyoneke hevbeş bi Tirkiyê re li dijî PKKê red dike
Li gor nûçeya Someriye News a Iraqê Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî red kir ku ew operasyoneke hevbeş bi Tirkiyê encam bidin û ragihand, niha Iraq kar ji bo avkirina welat dikin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî ku pêşwazî li Wekîlê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Yildirim kir, diyar kir ku rê nadin ti welatekî destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de bike û ti opersyona hevbeş jî bi ti welatekî cîran re di nava Iraqê de encam nadin.
Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Bekîr Bozdag berî çend rojan îdîa kiribû ku ew ê bi Iraqê re gihiştine têgihiştinekê ku operasyoneke hevbeş li dijî PKKê encam bidin.
Basnews
