Herêma Kurdistanê rêkeftineke 10 salî bi Îmaratê re îmze kir
Rêkeftineke 10 salî di navbera hikûmata Herêma Kurdistanê û herdu kompayayên Îmaratê DANA GAS û Hîlal Oil a ku di bin navê Pearl Petroleum konsorsiyom hatine avakirin , bo zêdekirina hilberîna gazê hatiye îmzekirin.
Proje dê ji aliyê DANA GAS û Hîlal Oilê bê birêvebirin. Di çarçoveya xebatên zêdekirina hilberîna gazê de armanc ew e ku heta 2 salan hilberin ji sedî 120 zêde bibe û rojane hilberin bigihêje 900 milyon sêcar.
Rêkeftina navborî Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hawramî, Serokê Lijneya Rêveberiya Hîlal Oilê Mecîd Cafer û Serokê Lijneya Rêveberiya DANA GASê Patrick Alman Ward 30ê çileya îsal îmze kirine.
Li gorî rêkeftinê ji bîrên kormor petrolê heta dawiya sala 2018ê hilberîna gazê dê rojane bigihêje 80 milyon sêcar.
Derbarê rêkeftinê de Serokê Lijneya Rêveberiya Hîlal Oilê Mecîd Cafer diyar kir ku ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftineke 10 salî pêk anîne.
Rudaw
