• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rayedarên Bexdayê di Newrozê de peyamên xêr û xweşiyê ji gelê Kurd re birê dikin

Gulan Media March 22, 2018 Nûçe
Rayedarên Bexdayê di Newrozê de peyamên xêr û xweşiyê ji gelê Kurd re birê dikin
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê Îrfan El-Heyalî cejna Newrozê li gelê Herêma Kurdistanê pîroz dikin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duhî di gotara xwe ya li Bexdayê de bi zimanê Kurdî pîrozbahiya cejna Newrozê li hemû welatiyên Herêma Kurdistanê kir.

Heyder Ebadî di axaftina xwe de got: “Ez niha dixwazim peyamekê arasteyê xelkê Herêma Kurdistanê bikim. Newroza we pîroz, bi hêviya ku sala nû ji sala derbasbûyî xweştir be.”

Herwiha îro Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê Îrfan El-Heyalî girtevîdyoyek taybet belav kir û tê de cejna Newrozê li gelê Kurdistanê û Iraqê pîroz kir û xêr û xweşî ji gelê Herêma Kurdistanê re xwast.

Îro gelê Kurdistanê li hemû bajar, bajarok û gundê her çar perçeyên Kurdistanê cejna Newrozê pîroz dikin.

K24
Top