• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Amedê pîrozbahîya Newrozê

Gulan Media March 21, 2018 Nûçe
Li Amedê pîrozbahîya Newrozê
Li Amedê cejna newrozê li navçeya Rezan li Qada Newrozê hat pîrozkirin. Welatîyen Amedê ji serê sibe ve berev qada Newrozê çûn û piranîya wan jî cil û bergên Kurdî li xwe kirinbûn. Welatî heta ku derbasî qadê dibin ji 3 an 4 cihên kontrolê re derbasdibun.
Li qadê ji bo ewlehîyê ji bili polisan nezî 2 hezar kes hatibûn amedekirin.
Di Newroza Amedê de piştî agire Newrozê hat hilkirin li gel stranên stranbêj Xero Abas û hinek din hunermandan govend hatin girêdan.
Di pirozbahîya de hevseroka Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê Pervîn Buldanê axafineke kir.

Buldanê di axaftina xwe de rexneyên giran hukumeta Tirkiye yê kir û got: “Li gorî wan bi ruxandina peykerê Kawa ewê kawa ji holê rabe, ew nizanin ku her kesekê li vê derê Kawayeke û nizanin her kesekê li vê derê li dilê xwe de Kawa dijînin. Welatîyên Efrînê xizmên merdinê, xizmên Amedê, û xizmên Şirnexê ne. Bi wêrankirina cih û warên wan hun heman dem de cih û warên van jî wêran dikin. Bi şerî propagandaya hilbijartinê dikin.
Herwiha ji dewletên ewropa, Bakurê Kurdistanê û nava Tirkiye yê gelek mevan hebûn.
i aliyê din ve hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)ê Berdan Ozturk ji peyaman siyasetmedarên di gitigehê de dilgirtî xwend û hinek reveberên partîyê û dezgehên beşdarbuyîn axaftinên kurt kirin.
Hejaye gotineye li gelek bajaren Tirkîye vekê Cizîra navçeya Şirnexê, Wanê, Stenbol, Riha, Îzmîr, Edenê, Mersîn, Nisenîna navçeya Merdînê u li Gevera navçeya Colemergê ve cuda cuda be pîrozkirin.


Waar.tv
Top