• Wednesday, 18 February 2026
logo

YPG sedema vekişîna ji Efrînê aşkere dike

Gulan Media March 21, 2018 Nûçe
YPG sedema vekişîna ji Efrînê aşkere dike
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, Tirkiyê amadekariya komkujiyekê li Efrînê dikir, ji ber wê jî ew şêwir û biryara xelkê Efrînê ji bajêr vekişiyan.

Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd ji medyayên nêzîkî PYDê re ragihand, Tirkiye û grûpên din wek Eniya El-Nusra bi çek û tankên welatên bihêz êrîşî ser xelkê sivîl dikin û piştî wan 2 mehan ji bergîriyê, wan pêşbînî kir ku amadekarî ji komkujiyeke mezin re tên kirin. Bi her awayî jî Efrîn hat bombebaran û topbarankirin.

Diyar kir jî, ji bo rê li pêş wê komkujiyê were girtin ew ji bajarê Efrînê vekişiyan. Lê got jî: “YPGê dest bi qonaxeke nû ya çalakiyan li dijî Tirkiyê kiriye û bi tektîkeke nû berdewam dibin.”

Peyvdarê YPGê tiliya tometê berve Rûsyayê dirêj kir û bi tawanbera sereke ya dagîrkirina Efrînê binav kir, ku glopa kesk pêxist û esmanê Sûriyê li pêş Tirkiyê vekir.

Herwiha ragihand, Efrîn ji Tirkiyê re nabe cihekî aram, bergîriya wan li wê herêmê berdewam dibe û ta Efrîn rizgar nebe, ew ranawestin.

Piştî 58 rojan ji êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser Efrînê, di roja 18ê Adarê de derbasî Efrînê bûn.

Li gor amaran, di encama wê êrîşê de dora 300 welatiyên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 700 sivîlên din jî birîndar bûn. Herwiha nêzîkî 200 hezar welatî jî koçber bûn.

K24
Top