DAIŞê li Kerkûkê êrişî sivîlan kir: 6 kuştî, 21 birîndar
Çekdarên DAIŞê bi cil û bergên polîsan li ser rêya Kerkûkê xaleke kontrolê danîn. Hat ragihandin ku van çekdaran gule li du wesayîtên sivîl reşandine.
Hat ragihandin ku di encamê de zarok jî di nav de 6 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.
Berpirsê Beşa Ragihandinê yê Polîsê Kerkûkê got, ‘DAIŞê li ser rêya di navbera navçeya Daqûq a Kerkûkê û Xurmatûya Selahedînê xaleke kontrolê danî û wesayîtên sivîl sekinandin û herwiha êrişî sivîlan kirin.’
Hat ragihandin ku çekdarên DAIŞê cil û bergên polîsan li xwe kirine.
Basnews
