Amerîka yekem helwesta xwe li ser dagîrkirina Efrînê ragehand
Di daxuyaniyekê wezareta derve ya Amerîkayê yekem helwesta derbarê dagîrkirina bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên Îslamî yên ser wê Tirkiyê ve tê ragehand.
Li gor daxuyaniyê ku li malpera Wezareta Derve ya Amerîka hat belavkirin, tê de hat, li gor raportên di 48 demjimêrên dawî de hatine, piraniya xelkê Efrînê ku Kurd in di bin gefa artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê de neçar bûne koçber bibin û malên xwe bicih bihêlin û ev yek hiştiye rewşa mirovî gelekî xirab bibe.
Herwiha i daxuyaniya wezareta Amerîkayê derbarê Efrînê wiha hat got ku: “Washington gelekî ji wan raportên ku behsa talanê li nava bajarê Efrînê dikin, nîgeran e.”
Wezareta Derve ya Amerîka ragihand jî: “Amerîka nîgeraniya xwe ya kûr ji berpirsên Tirkiyê re ragihandiye.”
Basnews
