• Wednesday, 18 February 2026
logo

HDK: Bikujên Qadir Qadirî hatine girtin

Gulan Media March 20, 2018 Nûçe
HDK: Bikujên Qadir Qadirî hatine girtin
Tîmeke 5 kesî bi fermana îtlaata Îranê ev kiriyar pêk aniye.

Hizba demokrata Kurdistanê (HDK) derbarê teror kirina Fermanderekî xwe yê bi navê Qadir Qadirî daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku bi hevkariya dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê bikujên Qadir Qadirî hatine nasîn û girtin.

Di daxuyaniya HDKê de hatiye nivîsandin ku tîmeke 5 kesî bi Serokatiya kesek bi navê Osman Feqê Melekî yê bernas bi Mele Osmanê Hîzop yê ku raste rast têkiliyên xwe bi îtlaata Îranê re hebûye, bi fermana îtlaata Îranê ew Fermandarê HDKê teror kiriye.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkerekirin ku ev her 5 kesên han piştî lêkolînên destpêkê li xwe û têkiliyên xwe yên li gel îtlaata Îranê mukir hatine û ew yek diyar kirine ku bi fermana îtlaata Îranê Qadir Qadirî teror kirine.

Top