• Wednesday, 18 February 2026
logo

NY: Li Efrînê gelek sivîl hatin kuştin

Gulan Media March 20, 2018 Nûçe
NY: Li Efrînê gelek sivîl hatin kuştin
Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan ê Netewên Yekgirtî (NY) Zeyd Raad El Huseyîn ragihand ku li Efrînê gelek sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.

Netewên Yekgirtî di derbarê rewşa Efrînê de ku ji aliyê artêşa tirk û cîhadîstan ve hat dagirkirin, daxuyaniyek da.

Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan ê Netewên Yekgirtî (NY) Zeyd Raad El Huseyîn ragihand ku li Efrînê gelek sivîl hatin kuştin û birîndarkirin. Huseyîn wiha got, ‘Di êrişên esmanî, operasyonên bejahî û teqînan de li Efrînê gelek kesên sivîl hatin kuştin û bi hezaran jî koç kir. Niha nêzî 50 hezar sivîl di bajêr de mane. Nexweşxaneya bajêr jî niha girtiye. Kêşeya ava vexweranê jî heye.’

Basnews
Top